Serfermandarê Giştî yê Tirkiyê Necdet Ozelê ku pêr gotibû, “ji bo operasyona Qndîlê 3 merc hene” û ji wan yek jî, ji Amerîkayê destûr standin bû, îro li Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pirsîn. Erdogan diyar kir ku, wana biryara operasyonê bigirin, destûrê ji kesî naxwazin.
Dengvedana êrîşa Oremarê dewam dike. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji vegera Meksîka, a lûtkeya G-20 an, li balafirgeha Esenboga a Enqerê daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de Serokwezîr Erdogan, gotineke, wek bersiva Serfermandarê Giştî Necdet Ozel kir ku, Ozel gotibû, ji bo ku artêşa Tirkiyê karibe têkeve Qendîlê û operasyonê lidarbixîne, lazime 3 merc werine bicihanîn, ku ji 3 mercan yek jî, ji Amerîkayê destûr standin bû, wiha got, “dema ku em biryara operasyonê bigirin, ez vê eşkere û zelal dibêjim ku, em ne di rewşeke ku ji derekê destûrê bistînin de ne. Çimkî ev welata endamê NATOyê ye. Ku hemberî welatê me êrîşek pêk were, em ê derhal bersivê bidin.”