Serrûpel Nûçe Rûsya ditirse pirsa Kurdî li herêmê geş bibe

Rûsya ditirse pirsa Kurdî li herêmê geş bibe

Belav bike

 Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aşkere bilêvkir ku ger mudaxeleyeke leşkerî li dijî Sûrî bê kirin dê pirsa Kurdî li Tirkî, Îraq û Sûriyê geş bibe û dê Rojhilata Navîn binguhê hev bixe. Lavrov ji televîzyona Tudey ya Rûsya re axivî.  Ravrov di axivitina xwe ya der barê rewşa Sûriyê de aşkere got ku li Sûriyê gelek etnîk û ol hene, pirsa Kurdî heye û weha pêde çû “Pirsgirêka Kurd heye, Kurd li Tirkî, Îraq, Sûrî û welatên din dijîn.” Lavrov weha berdewamkir “Ev pir metirse. Bi sedan sale ew li wê derê dijîn û ger ev rewş xerab bibe, dê rê li ber bûyerên metirs (xeter) vebike.” Ji nirxandina Lavrov diyare ku Rûsya naxwaze Kurd bigihin mafê xwe da berjewendiya Rûsya li herêmê têk neçe lewma jî yek ji wan seman pirsgirêka Kurd e ku Rûsya naxwaze mudaxele li ser Sûriyê bê kirin.

 

Avestakurd