Yarîgeh: Gdansk
Encam: Almanya 4 – Yewnanistan 2
Di li hember hatina çaryek fînala Ewropa 2012 de Almanya dijbera xwe 4 û 2 têk bir û derbasî nîvfînalê bû.
Almanya serfirazîyek bi aram û bi biryar li hember Yewnanistan wergirt. Berê di Koma A yê fînala çaryekê de Komara Çek li hemberê Portûgalê nekarî tiştek bike û xatir xwestî bû.
Herweha bi Yewnan ve di Koma A yê de ji bo nîvfînalê hîç tîmên netewî nema.
Gelî pispor bi sed û sed digotin Yewnan nikare Almanya têk bike. Lewma şirovekarên werziş dengê xwe didan Elmanyayê. Bi vî awayî Almanya jî weha kir.
Golanên Almanya di xûleka 39 bi Lahm, xûleka 61 Khedira, bi xûlek 68 bi Klose, xûleka 74 bi Reus ve hat. Golên Yewnan jî di xûleka 55 bi Samaras û xûleka 89 (penaltî)ê de bi Salpingidis ve hat.
Bernameya Îro
23 Pûşper Donetsk: Espanya – Frensa
24 Pûşper Kiew: Îngîlistan – Îtalya
mkd