Li gor qanûna nû ya der barê parastina nirxên olî de ku niha tê gotûbêjkirin û amadekariya wê tê kirin, 10 cezayê girtîgehê ji kesên ‘êrîşî nirxên olî bike’ re tê xwestin. Her bi vê qanûnê ve girêdayî cezayê 8 hezar û 500 dolar li kesên tawanbar bê dîtin tê birîn. Her dîsa bi vê qanûnê ve girêdayî çi rojname yan kovar nivîsên der barê nirxên olî de biweşîne ku naveroka xwe ‘êrîşe’ dê bê girtin û cezakirin. Yek ji berpirsên HRW (Alîkarê Dîrektorê HRW yê mêzeya Rojhilata Navîn) Joe Stork der barê vê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Stork Herêma Kurdistanê hişiyar dike û dibêje ku “Ger ev qanûn hat qebûlkirin, derbe li îmaja azadiya sivîlan û rêzdariya li hember azadiyan ya Herêma Kurdistanê bikeve.” Her weha Stork got ku ‘girtina çapemeniyê yan jî bi hinceta ‘heqeret’ girtina endamek çapemeniyê dê pirseke mezin derxe holê.’
Avestakurd