Wezîrê Parastina Sûriyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku piştî balefira şer derbazî xaka me bûye ji aliyê hêzên me ve balefir hatiye xistin. Wezîr got “Balefira şer 1 kîlometerekî derbazî xaka me bû. Balefir bi nizmî li ser perava me difiriya. Piştî moşek (fûze) lêket, balefir 10 kîlometran ji gundê Ûm El Touyoûr kete deryayê.” Duhî (22/6/2012) berpirsên Tirkiyê ragihandibûn ku balefireke F-4 ya wan li başûrê rojavayê Hatayê li ser deryayê têkiliya xwe bi radar û bêtêlan qut bûye. Paşê hate gotin balefir ketiye û 2 pîlotên tê de bi saxî rizgar bûne. Lê Sûriyê bi fermî aşkere kir ku hêzên wan balefir xistiye xwar. Gelo çi karê balefira Tirkî li Sûriyê hebû? Dê helwesta li hemberî Sûriyê çi be û gelek pirsên din di rojeva Tirkiyê û raya giştî de cihê xwe digirin, tên pirsîn.
Avestakurd