Serrûpel Nûçe Turk: Erdogan sedema neçareseriyê ye

Turk: Erdogan sedema neçareseriyê ye

Belav bike

Parlementerê bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li Meclîsa Tirkiyê der barê çareserkirina pirsa Kurdî, axivitina Leyla Zana, şêwaza Erdogan, Serokoê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Îraqa Federal Celal Talebanî de bersiva pirsên rojnamegeran da.

 

Turk di axivitina xwe ya ji rojnamegeran re got “Kurd mileteke û hiqûqa xwe heye. Ger ev hiqûq bê cîbicîkirin, ez bawerim dê ev ne çareserî û siyaseta tundiyê ji holê rabe. Me xwest wê demê di warê de ji bo aştiyê, demokrasiyê beşdariyek baş pêşkêş bikin, lê birêz Serokwezîr hewlda pêvajoyê carna bi dujenan, carana weke ku di navbera komê de nakokî hebin bibe serî. Me destpêkê de got çareserî bi çek nabe. Îro Kurd, Turk her kes ji aştiyeke civakî re amadeye.” Ahmet Turk rexne li şêwaza Serokwezîrê Tirkiyê kir got “Îro, êdî hêdî hêdî civak jî dixwaze ji vê tundiyê rizgar bibe. Li gorî min ev pêngaveke girînge. Lê, ziman û şêwaza Hikûmetê û Serokwezîr ne beşdarkirina aştiyê ye. Di encam de yê pirsê çareser bike Hikûmete, lê helwesta Serokwezîr tu hêviyê nade gelê Kurd. Berê jî me got, niha jî dibêjin der barê beşdarbûna ji bo aştî pêk were em amadene, em ji bo hemû hewldanan hene.” Turk rexne li parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zana kir û weha pêde çû “Zana koma me wisa destnîşankir ku weke em li pêşiya çareserkirina pirsê asteng be. Qet wisa nîne, li gorî min birêz Serokwezîr sedema ne çareseriyê ye, nebûna projeke wî ya çareseriyê ye.” Ahmet Turk der barê  axivitina Erdogan de ku gotibû ‘BDP û teror ji têkiliyên me û Herêma Kurdistanê adize’ de jî got “Em sipasiya her kesên ku dixwazin beşdariyê di aştiyê de bikin dikin. Lê ev 30 sale li ser vê xakê mileteke heye ku dijî, daxwaza xwe heye; siyaseta xwe, rêberên xwe hene, partiyeke xwe heye di nava siyaseta demokratîk de ye. Partiyeke xwe ya siyasî heye ku di nava vê meclîsê de cih digire, bi pirsên vê welat ve ji nêzîk mijûl dibe. Ger tu van tevan nej dîtinê bê, Kurdan înkar bike û çareseriyê derve bibîne, tu bi serkeftî nabe. Em ji hewldanên birêz Barzanî û Talebanî der barê vê mijarê de ne adizin. Lê derve mayîna me çareser nake. Ji ber ku tu PKK û gel derve bihêle çawa tuyê çareser bike? Ev rastiyeke.Tevgereke ku çekdare û van pevçûnan berdewam dike. Pirs hemû ew e tu wê bide bawerîkirin. Her kesî bide bawerîkirin. Em hemû dixwazin çek bê deng bibin. Lê, nîşankirina hunera çekdanînê girînge. Ha ev tun ye. Li vir ev ne bazarkirine. Êdî Kurd mileteke Gelê Kurd û Tirk dixwazin bi hev re jiyan bikin.”

 

Avestakurd