Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya herêmê Felah Mistefa pêşwaziya Wezîrên derve yên Swêd, Poloniya û Bulgaristanê kirin.
Felah Mistefa ji AKnewsê re daxuyand ku biryar e piştî bîsteke din wezîrên derve yên her sê welatan digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin.
Mistefa ronî kir ku piştî civînê, her yek ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, Wezîrê Derve yê Poloniya Radoslaw Sikorski û Wezîrê Derve yê Bulgaristanê Nikolai Mladenov dê naveroka serdana xwe bo herêmê di kongreke rojnamegeriyê de bidin xuyakirin. hm (AKnews)