Serrûpel Nûçe Li dijî Malikî PDK û YNK hem fikrin

Li dijî Malikî PDK û YNK hem fikrin

Belav bike

 Piştî civînê her du aliyan der barê encama civînê de daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re ragihandin. Di daxuyaniyê de her du aliyan girêdana xwe bi rêkeftinê anîn ziman û gotin ku divê hewlên parastina yekrêzî û ewlehiya navbera aliyên siyasî de bê dayîn. Her weha bal kişandin ser qeyrana li Îraqê û der barê stendina baweriyê ji Nûrî El Malikî de û her du aliyan tekez li wê yekê kirin ku bi hev re ne û xwedî yek fikrin û dê vê yekê bi şêwazên demokratîk, destûrî û bi awayekî hevbeş bikin û dê berpirstî û erkên Serokomara Îraqa Federal jî li berçav bigirin.

 

Avestakurd