Tirkiyê bangê NATO’yê kir ku, li ser mijara balafir xistinê kom bibin. Ji NATO’yê bersiv hat û roja sêşemiyê dike bicivin.
Li Tirkiyê rojev bi giranî qeyrana Suriyê ye. Piştî ku Suriyê balafireke Tirkiyê xist, Tirkiye kete nav hewldanan. Bi vî awayî di qada navneteweyî de gava fermî a yekem avêt. Li ser daxwaziya Tirkiyê, NATO wê roja sêşemiyê bicive. Derdevkê NATO’yê daxuyand ku, ew ê roja sêşemiyê bicivin û mijara xistina balafirê binirxînin.
Dîsa, wezîrên karê derve yên Yekitiya Ewrupa jî, bi heman mijarê, roja duşemiyê dike werine ba hev.