Duhî (24/6/2012) piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Swêdê Karl Bildt, Wezîrê Karê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski û Wezîrê Karê Derve yê Bulgaristanê Nikolay Meladenov di civîneke hevbeş ya rojnamegerî de bersiva pirsên rojnamegeran dan. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pirseke der barê pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û Artêşa Tirkî de aşkere got ku ‘ev pirs tenê bi rêyên siyasî çareser dibe.’ Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya bersiva xwe de got “Ev pirs bi şer û kiryarên çekdarî çareser nabe. Bitenê ew pirs bi rêyên siyasî çareser dibe. Herêma Kurdistanê amadeye hevkariya herdu aliyan bike,
Avestakurd