Li gor îdîayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Emerîka de daxwaz ji rêveberiya Washingtonê kiriye ku 24 helîkopterên Apache bifiroşin Herêma Kurdistanê. Rojnameya Îraqî Dar Ed Dustûr di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje ku “Ger Kongreya Emerîkî ev daxwaz erêkir, dê yekser 5 helîkopteran radestî Herêma Kurdistanê bikin û yên mayîn li sala 2015′ bi temamî radestî Rêveberiya Herêma Kurdistanê bikin.” Der barê daxwaza kirîna helîkopteran de heta niha Rêveberiya Herêma Kurdistanê ti daxuyanî nedaye ka raste yan na.
Avestakurd