Serrûpel Nûçe Karayilan: Yekane rê naskirina mafê gelê Kurd e

Karayilan: Yekane rê naskirina mafê gelê Kurd e

Belav bike

  

Serokwezîrê Tirkî Erdogan ku gotibû ‘yekane rê çekdanîne’ da û got “Ev tê wateya dê heta dawî xwîn birije û dê bi şer encam bê girtin.” Karayilan axivitina Erdogan ‘an dê çek bên danîn, an dê çek bê danîn’ weke ya Tansu Çîlerê binavkir ku digot ‘an dê biqedin, an dê biqedin.’ Karayilan diyarkir ku ev ne çareye û ‘yekane rê ne çekdanîne. Yekane rê  bidawîkirina kiryarên polîtîkayên mêtîngerî yên dewleta Tirk li Kurdistanê ye û naskirina hemû mafên gelê Kurd e.’ Her weha Karayilan got ku “siyaseta dewleta Tirk yên wekî ‘pirsgirêka Kurd cudaye, PKK’ê cuda ye, ji PKK’ê na, ji pirsgirêka Kurd re erê’ ne teoriyên nû ne, êdî ev siyaseta derewkar aşkere bûne û dawiya wan hatiye, li hemberî têkoşîna gelê Kurd têkçûne. Îro dîsa di kesayetiya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan de ev siyaset dubare dibe. Ev siyaseta qirêj wê tu tiştekî bi gelan nede qazanckirin, wê Tirkiyê ber bi tariyê ve bibe.”

 

Avestakurd