Li gorî hêvî û daxwazên Gelê mey Kurd û Gelê Sûrî, bi dilekî xweş û helwesteke hevçerx û hestgerm, Encûmena Kurdên Herêma Bakurê Elmaniyayê di roja yekşemê û di 24.06.2012an de kongira xwe ya helbijartina Endamên komîta birêvebir û her wiha Nûnerên kongirê giştî ya Eurupayê jî li darxist.
Di despêke de gongirê bi kêlîkeke bê deng li ser canên pakrewanên gelê Kurd û yên şoreşa Sûrî bi tevayî rawestiya, paşî gelk guft û go û pêşneyar li ser reng û şêwyên pêşveçûna helbijartina kongirê hatine kirin, û Endaman bi tevayî hewl da go rewş û operasyona hilbijartina kongirê li gorî nerîn û ronakbîriya Encûmena Kurdî ya Sûrî û hêzên niştimanî yên dêmoqrat û hevparên gelê Kurd pêk bînin.
Di dawiya civîna Kongirê de, Endamên berpirsiyarên Encûmena herêmê hatine hilbijartin, û her wiha Nûnerên xwe jî jibo Kongira gişî ya Eûropa jî hilbijart.
Kongira Encûmena Kurdên Sûrî
ya Herêma bakurê Elmaniya
Hannover, 24.06.2012