Serrûpel Nûçe Nobeta “ji bo Roboskiyê edalet”

Nobeta “ji bo Roboskiyê edalet”

Belav bike

Li ser banga Kongreya Civakî a Demokratîk (KCD), gellek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Demokratîk, bi slogana, “me Roboskî jibîr nekir, em jibîr nakin û nadine jibîrkirin”, di navbera 27 û 28ê Hezîranê de, dike nobeta “ji bo Roboskiyê Edalet”ê bigirin. Piştî nobetê, yên bi malbatên Roboskiyî re, wê ber bi şûna ku komkujî pêk hatibû ve bimeşin.
KCD, BDP, EMEP, ESP, KESK, GENEL-Îş, MEYADER, GOÇ-DER, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya Amedê a Lêkolîn û Piştgiriyê a 78 an, TMMOB, ÎHD, Saziyên çand û jinan, parlementer û şaredar, dike beşdarî nobeta Roboskiyê bibin 
Hevseroka KCDê Aysel Tugluk di derbarê nobetê de agahî dan. Tugluk got, “34 mirovên me, ji bo ku Kurd bûn bi biryara dewletê hatin qetilkirin. Em ê ji bo vê komkujiyê, biçin Roboskiyê û şevekê nobetê bigirin. Ji bo ku em nîşan bidin ku, me komkujiya Roboskiyê jibîr nekiriye, em jibîr nakin, em ê li Roboskiyêbin.