Serrûpel Nûçe PYD serokê AZADÎ Mistefa Cuma revand

PYD serokê AZADÎ Mistefa Cuma revand

Belav bike
Berpirsiyarê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Dr. Welîd Şêxo PYD bi vê kiryarê tewanbar kir.

Serokê Partiya Azadî Mistefa Cuma wê derbasî başûrê Kurdistanê biba, ew ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû dawetkirin.

Weke tê zanîn ev demeke PYD (Partiya Yekîtîya Demokratîk li Sûriyê) ku weke şaxekî PKK li Sûriyê tê dîtin, Mistefa Cuma tehdîd dike.

Cuma xwe ji ber çekdarên PYD vedişart.

Mistefa Cuma heta berî were girtin jiyana wî ji aliyê PYD-PKK di xeterê de bû.

Mistefa Cuma serokê Partiya AZADÎ ye û her wiha ew cîgirê serokê Meclîsa Netewî ya Kurde li Sûriyê.

Partiya AZADÎ, diyar kir çi zerarek bigihê Mistefa Cuma, wê PYD ji ber ve berpirsiyar be.

Çavdêrên siyasî yên Kurd van kiryarên PYD di cih de nabînin û diyar dikin ku tiştên PYD dike nakeve berjewendiya pirsa Kurd li Sûriyê, berevajî wê, ew ziyanê digihîne yekîtî û hêza Kurdan li Sûriyê.

Roja 11.06.2012 li Hewlêrê di navbera PYD û Meclîsa Kurd de protokoleke lihevhatinê hatibû îmzekirin. Lê belê her kes bi guman bû ku PYD bendên wê protokolê bi cih nayne.

Di derbarê vê bûyerê de heta niha PYD tu daxuyanî nedane.

AVESTAKURD