di agahiyeke telîfoniye taybetî de ji malpera Avesta Kurd re ragihand ku ew serbest ji nav destên hêzên PYD hatiye berdan û rewşa wî normale.
Ana ew û serokê komîteya têkliyên Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê bi Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê “Ehmed Silêman” re di riya bajarê Qamişlo de ne.
Herweha Cuma got ku ewê îro bighe bajarê Qamişlo û wê careke din hewla seredana xwe ya Kurdistanê bike, ku ew bi vexwendineke fermî ji serokê herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî de hatiye vexwendin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlekarî yên rêjîma Sûriyê nahêlin ku sekreterê PAK Mistefa Cuma normal ji Sûriyê derkever û cezayê qedexekirina derketina ji Sûriyê li ser wî heye.
I.K