Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî li Bexdayî ligel Brahîm Caferî ji bo mijara wergirtina baweriyê ji wî, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de agir ji devê Malikî dibariye. Malikî di axivitina xwe de aşkere gef li Îraqê xwarin û got “Bê ku rewşa milî ya meclîsa Îraqê bê serarastkirin, li meclîsê lêpirsîna min nayê kirin, bawerî ji min nayê wergirtin. Lê li ser vê re ger hat û pêngavek hat avêtin, dê bedela xwe ji bo welat gelekî giran be.” Malikî di axivitina xwe bal kişand ser bin pêkirinên destûrê û got “Li gelek aliyên welat dema di warê petrol, sînor, têkiliyên derve destûr tê bin pêkirin meclîs li kû ye?” Malikî diyarkir ku ‘armanca xwe astengkirina kar û xebata Hikûmetê ye.’ Her weha got ku ‘hin parlementer bi piştgiriya terorê tewanbarin çima meclîs vê rewşê çareser nake?’ Malikî bê ku nav bide êrîşî Serokê Meclîsa Milî ya Îraqê Ûsame Nûceyfî kir û weha pêde çû “Yê herî dengê wî derdikeve ew e yê herî zêde destûrê bin pêdike.” Û weha dewam kir “Kesê ku banga min ji bo meclîsê dike, dixwaze lêpirsînê der barê min de bike yan jî dozeke cuda derxe pêş, bila berî her tiştî rewşa di jiyana xwe de serarast bike, li dijî cudahiyên di nava meclîsê de raweste.” Her weha Malikî 2 rê nîşan dan; ‘1. Pirs bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. 2. Hilbijartina berî wext bê kirin.’ Lê Nûrî El Malikî got ji bilî van “Dê welatê Îraqê bedelên giran bide.”
Avestakurd