Serrûpel Nûçe Bi ala Kurdistan û Tirkiyê bangawaziya aşîtiyê

Bi ala Kurdistan û Tirkiyê bangawaziya aşîtiyê

Belav bike
Li Amedê saziya bi navê Koma Diyalogê a Dîcle û Firatê, civîneke çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de afîşeke ku hatibû daleqandin bal kişand. Li ser afîşê, him ala Kurdistanê û sûretê Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî hebû, him jî ala Tirkiyê û sûretê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hebû. Dîsa li ser afîşê hatibû nivisandin, “ji bo Xwedê, êdî bes e.”
Serokê Komê Muhittin Batmanli xwest ku, bila Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bigirine hepsa malê, bila Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî bibe garantor û bila erdnigariya Kurdistanê bi awakî fermî were qebûl kirin.
Bangawaziya Komê a herî balkêş jî ew bû ku, ji bo berjewendiyên Tirkiy û Kurdan, bona ku êdî xwîn neherike û ji bo pêşeroja Kurd û Tirkan, bila Serokwezîr Erdogan biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.