Serrûpel Nûçe Ji Tirkiyê re bersivek diviya ew bersiv jî girt

Ji Tirkiyê re bersivek diviya ew bersiv jî girt

Belav bike

  

Press TV di şîroveya xwe de dewleta Tirk bi ‘bi çêkirina provokasyonê tewanbar kir’ bal kişand ku dewleta Tirk li ser navê Washingtonê tevgerê dike. Di berdewamiya şîroveyê de dibêje “Dibe ku balefiran hêza parastina Sûriyê di testê re derbaz dikir, yan jî helwestên cuda dipîvan. Ev mebesteke dijminatî bû. Bersivek diviya ew bersiv jî girt.” Her weha Press TV diyarkir ku Tirkiyê bi navê Emerîka tevgerê dike û weha pêde çû “Tirkiyê muxalefeta Sûriyê çekdar dike. Naveke bi ewle ji wan re çêdike. Di rastiyê de Enqereyê di bûyera balefiran de bi awayekî provokatîf tevgerkir. Tirkiyê endameke NATO’yê ye. Li gor peymana NATO, NATO dikare xala 4 û 5 têxe dewrê.”

 

Avestakurd