Di navbera dewleta Tirkiyê û Suriyê de, germahiya xistina balafira Tirkiyê dewam dike. Ji aliyekî di qada navneteweyî de bûyer tê niqaşkirin, ji aliyekî jî, tê îdia kirin ku, Tirkiye hêzên xwe li ser sînor kom dike.
Îro nûçeyeke din, di çapemeniya Tirkiyê de derket. Hat îdiakirin ku, Suriye bi awakî proveke, destûr daye daçikandina ala PKKê. Ala PKKê, li ser sînorê ku li hemberî navçeya Rihayê, Pirsûsê li gungê Murşîtpinarê dikeve, navçeyeke Suriyê a bi navê Eyn El Ereb, li ser girekî hatiye daçikandin. Tê îfade kirin ku, ji aliyê Tirkiyê ve, bi çavên tazî, ala ku 15 metre bilinde, bi rehetî tê xuyakirin.