Navê nîvfînalê Portûgal û Spanya ye. Di yarîgeha Donbass Arenayê de çawêrvaniyek xweş tîradek destpê bike.
Niha pêşbaziyek xweş û balkêş tê ber me. Bi guman pêşbaziyek xweş be, ji ber ku nîvfînal e. Balkêş e ku di navbera Portûgal û Spanyayê tê lîstin.
Birastî Spanya serkeftîbûn çawa tê standin dizane. Lêbelê heta vê gavê min ji Spanya gogapêyek xweş nedî ye. Lêbelê têkbûnî dizane. Wekî mînak; navê şiroveyên me ya berê(Şampiyona Dawî Nexweş Ket Arenayê(Spanya1-1Îtalya), Spanya li hember Komara Îrlenda bi aram ser ket(5-0), Spanya giran giran(Spanya1-0 Kiroatya) jî dide nîşan ku Spanya baş nalîze lêbelê rêgeha serkeftinê dizane.
Li ya min Spanya li hember Portûgalê têk were û fînal bileyze.
Bernameya Sibê
28 Pûşper 2012: Almanya- Îtalya (Yarîgeha Netewiya Warşova)
Fînal
1 Tîrmeh 2012: Serkefta Portûgal û Spanya – Serkefta Almanya û Îtalya (Yarîgeha Olompiyada Kîewê)
Xelata Şampiyon
Tîma Şampîyon jî di sala 2013ê de li Brezilyayê di Kûpaya Konfederasyona FIFAyê de dîrekt bileyze.
Ji bo Fînalê Pêşbîniya Min
Spanya û Almanya
Şampiyon
Almanya
Şîrove û Pêşbînî
Metîn K.D.
Mamoste