Serrûpel Nûçe “Sedir xwe ji projeya li dijî Malikî vekişand”

“Sedir xwe ji projeya li dijî Malikî vekişand”

Belav bike

 Li gor daxuyaniya Partiya Nûrî El Malikî, Sedir bang li partiya Malikî kiriye ku baskê Sedir dixwaze navbeyiniyê di navbera Hikûmeta Malikî û aliyên siyasî yên dixwazin baweriyê ji Malikî vekişînin bike. Li gor daxuyaniya yek ji serokên partiya Malikî Ebas El Bayatî ji çapemeniyê re diyar dibe ku Sedir xwe ji stendina baweriyê ji Malikî daye paş. Ebas Bayatî got “Banga Baskê Sedir ji bo navbeyiniya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, tê wê wateyê ku Baskê Sedir êdî ne perçeyeke ji projeya stendana baweriyê ji Nûrî Malikî ye.” Der barê vê daxuyaniyê de heta niha Baskê Sedir tu bersiv nedaye û aliyên siyasî yên Îraqê jî ku dixwazin baweriyê Nûrî El Malikî vekişînin ti daxuyanî nedane.

 

Avestakurd