Di pevçûna navbera leşker û gerîlayên PKKê de, leşkerekî ku jiyana xwe wenda kiribû, cenderme er Hakan Koçer bû. Dewletê bi helîkopterê tabuta Hakan Koçerê ku bi ala Tirkiyê hatibû pêçandin bire gundê Navçeya Bîsmilê Uctepeyê. Malbatê nehîşt ku ala Tirkiyê li ser tabuta zarokên wan be û bertek nîşanî rayedaran dan, ”em nabêjin bila welat sax be.”
Dayika reben, bavê dilşewitî, hawar û fîgana malbata ku zarokên wan, li leşkeriyê jiyana xwe wenda kiribûn. Dibêje, “30 sale însan tê kuştin, ha leşker ha gerîla, ez banga Kurdan, Tirkan, dayik û bavên Tirk û Kurdan dikim, em dibêjin aşîtî, Erdogan tabuta dide ser milên me. Tayyip Erdogan jî mîna Tansu Çiler dike, Çiler zarokê wê li ber derî leşkerî kir, Erdogan jî lawê xwe dişîne Amerîka…ez nabêjim bila welat sax be…”
Û dayika reben nifira dike, “Xwedê kezeba wî jî bişewitîne, şalê kûrê Erdogan jî were kuştin ku bûka wî jî bê mêr bimîne…”