Serrûpel Nûçe Ev avahiyên 10-12 qat bi kelpîçan hatine çêkirin

Ev avahiyên 10-12 qat bi kelpîçan hatine çêkirin

Belav bike

  

Weke di wêne de jî diyar, ev avahî dîroka xwe vedigere heta 2 hezar û 500 sal berê. Avahî ji 2 qat û heta 5, 7. 10 û 12 qat bi heriyê û kelpîçan hatine çêkirin. Tê gotin li herêma Hadramût Hadramûtiyan li dijî êrîşên derve ev avahî avakirine û li dora xwe sûrek mezin çêkirine. Ev avahî bê hesin û pêşketina îro, tenê bi heriyê û kelpîçan hatine çêkirin û heta roja îro xelk di van avahiyan de dijîn. Li dora 6 hezar û 500 avahî bi vî rengî li Yemenê hene. Xelkê deverê heta niha vê çanda xwe ya avakirinê berdewam dike. Hêjayî gotinê ye, her sal bi deh hezaran kesên biyan serdana van deveran dikin.

 

Avestakurd