Ofîsa fermî ya Malikî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Ji ber ku aliyên hember diyalogê red dikin û li ser çêkirina aloziyê bi israrin, em neçar dimînin daxwaza hilbijartinên pêşwext bikin, ji ber ku gelê Îraqê dikare bi vê rêyê gotina xwe ya dawî bêje.” Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku Serokwezîrê Îraqê daxwaza diyalog û reformên giştî dike. Lê, li gor xala 62’yê ya destûra bingehîn a Îraqê, ger ji 3’ê yek û bi piraniya dengên parlementoyê got erê, wê demê parlemento tê hilweşandin. Ev jî girêdayî erêkirina Serokomar û Serokwezîre. Lê belê, ger pêvajoya daxwaza lêpirsînê der barê Serokwezîr de hebe, parlemento nayê hilweşandin.
Avestakurd