Serrûpel Nûçe Xwendina pirtûkekê beramber 4 rojan e

Xwendina pirtûkekê beramber 4 rojan e

Belav bike
 Dikar ji girtiyên di zîndanan de nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedaran avabike û têxe bin xizmeta civakê de. Li gor çapemeniya Brezîlyayê, niha ev sîstem li welat Brezîl destpêkiriye. Berpirsên Dadgeha Federalî ya Brezîl rêyek wisa dîtine ku ji aliyekî ve cezayê girtiyan kêm dike û ji aliyekî din ve wan di nava çanda rewşenbîrî de avadike. Li gor biryarên Dadgeha Federal ya Brezîl ew kesên pirtûkekê biqedînin dê 4 roj ji cezayên wan kêm bibe. Lê, dadgeh hin mercan rêz dike. Berî her tiştî divê girtiyek di nava 4 heteyan de xwendina pirtûkê biqedîne, paşê jî divê li ser wê pirtûkê gotarekê binivîse, lê divê rêzimana nivîsa xwe dirist be, di nivîsandinê de li ser ziman serdest be û gotar baş were xwendin. Ev gotar ji aliyê komîteyekê ve tê kontrol kirin û paşê biryar tê dayîn. Girtî heta 12 berheman dikare bixwîne, berhem jî felsefe, wêje û heta berhemên klasîk hene.

 

Avestakurd