Piştî bidawîhatina civîna MGK’ê, dewleta Tirkiyê ragihand ku ‘Biryar hate wergirtin Tirkiyê li dijî vê kiryara êrîşkar, hemû mafên xwe yê ji aliyê navnetewî de hatî naskirin bikar bîne.’ Di civînê de; Serokomar, Serokwezîr û berpirsên bilind yên dewleta Tirk amade bûbûn. Her weha di vê civînê de biryar hat wergirtin ku li dijî PKK’ê hemû hêz were seferberkirin û weha hate gotin “Dê li dijî terorê weke duh dê îro jî piralî bê nêzikirin, hemû hêz bê seferberkirin û dê li dijî terorê bibiryar berdewam be.”
Avestakurd