Serrûpel Nûçe Esed di siyaseta xwe de berdewame

Esed di siyaseta xwe de berdewame

Belav bike

  

Esed di hevpeyvîna televîzyona dewleta Îranê ligel pêkanî de, heman helwesta xwe ya berê berdewamkir û diyarkir ku ew ê ‘li dijî terorîstan têkoşînê bikin ta ku tune bibin.’ Esed got “Erkê hikûmetê ye ku ji bo bi hezaran kes xilas bike, terorê tune bike.” Esed bal kişand ser reforman û got ku tu wateya reforman nîne û got “Em di reforman de berdewamin, lê ji ber terorîst û hikûmetên piştgiriya wan dikin ti wateya reforman nîne.” Her weha Esed diyarkir ku siyaseta Enqereyê û dîtinên gelê Tirkiyê der barê Sûriyê de hev nagirin, ne weke hevin. Esed der barê çareserkirina pirsa li Sûriyê de got “Tenê yên Sûrî dizanin pirs dê çawa bê çareserkirin, ez pirseke ku Sûrî ne din nav de bin tevlî nabim.” Ji aliyekî din ve Esed da diyarkirin ku ji ber wan alîkarî da Filîstîn ew di bin zextan de ne û got ku ew ê di alîkariya ji bo Filîstîn de berdewam bin. Ji bo mudaxeleke leşkerî got ku ew mudaxelyeke weha nabîne.

 

Avestakurd