Serrûpel Nûçe Tankên Suriyê li ser sînorê Tirkiyê ne

Tankên Suriyê li ser sînorê Tirkiyê ne

Belav bike

Generalê Artêşa Suriya Azad Mustafa El Şeyh, bi Reuters re daxuyand. General Mustafa El Şeyh diyar kiriye ku, tank, li nêzika bajarê Helebê,  30 kîlometre dûra sînorê Tirkiyê, li gundê Miselmiyeyê di Dibistana Piyadeyan de hatine bicihkirin. 
Generalê muxalîf Mustafa El Şeyh, tank, bi sewqiyata malzemeyên leşkerî a Tirkiyê re, wek bersiv dan bi lêv kir. Tirkiye, çend rojin ku, moşekên parastinê sewqa ser sînorê Suriyê dike. Dîsa rayedarên Tirkiyê eşkere kiribûn ku, li dijî Tirkiyê her êrîş, wê were bersivandin. Li ser vê, her du alî jî haziriya şerekî muhtemel dikin.
Di 22ê Hezîrana 2012 an vir ve, 8 rojin ku qeyrana di navbera Tirkiye û Suriyê de her diçe geş dibe. Qeyran, li ser xistina balafira Tirkiyê rûdabû.