Li gor Serokê Komîteya Karê Derve yê ENKS Hemîdê Hacî Derwêş ji Aknewsê re ragihandî, “Dê 10 endamên Meclîsa Neteweyî beşdarî Kongreya Muxalifan bibin piştî ji aliyê Komeleya Erebî ve hatin vexwendin. Û em ê nêrînên xwe der barê çareserkirina qeyrana li Sûriyê de bînin ziman.” Her weha Derwêş diyarkir ku wan nameyek amade kiriye der barê gelê Kurd û daxwazên gelê Kurd de ji bo vegerandina mafên ku ji wan hatî stendin ji aliyê rejîma Sûriyê û divê ev maf ji aliyê muxalif û civaka navnetewî ve bê naskirin.”
Avestakurd