Serrûpel Nûçe Esra Elonu: Ez nabêjim ez Tirk im

Esra Elonu: Ez nabêjim ez Tirk im

Belav bike

Li ser ekranê Haberturkê, di bernameya “Li gorî kê, li gorî çi?” de, ji pirsa “Ez kî me?” re bersiv hatin lêgerîn.  Nivîskara ku bi nêrînên cuda tê naskirin a bi tesetur Esra Elonu xwe wiha îfade kir, “Min ti cara xwe wek Tirk îfade nekir, dema nasnama min tê pirsîn qet ez nabêjim, ‘ez Tirk im.” Li ser ev gotinên Esra Elonu, li ser twitterê zêde bertek hatin nîşandan.
Nivîskar Esra Elonu wiha dewam kir, “Ez ti cara bi pirsa ‘tu kî yî” re nabêjim ez Tirk im. Dema nasname derdixînî pêş, asil wê demê nijadperestî tê kirin. Asaleta vê xwînê ji kuderê tê ye? Em li ser nasnameyeke din dixwazin serdestiya xwe derxînine pêş. Ez qet nabêjim ez Tirk im. Ew min nerehet dike. Çima em dibêjin, Tirkiyetî. Ew jî min nerehet dike. Em karin bibêjin dewleteke bi edalet. Gotina, ‘bê qeyd û şert serdestî a gelê Tirk e’ jî min nerehet dike. Ev ji gotinên ku zumreya Kemalîstan derxistiye jê yek e.”
Ev gotinên nivîskar Esra Elonu, li ser twitterê zêdetir bertek girtin.