Serrûpel Nûçe Parlemento rêya çareserkirina aloziyan e

Parlemento rêya çareserkirina aloziyan e

Belav bike
 Osman li ser rûpela xwe ya facebookê bal kişand ser rewşa qeyrana siyasî ya Îraqê û diyarkir ku ‘pêşniyare Nûrî El Malikî ya der barê helbijartinên pêşwext de reva ji pirsgirêkan e û pêk nayê.’ Lê Osman ji bo pêlanîna helbijartinên pêşwext de jî got “Ger Hikûmet helbijartinên pêşwext erê jî bike, divê pêşî komîsyona nû ya helbijartinan bê diyarkirin, serjimar bê kirin, qanûna hizb û saziyan bê qebûlkirin û qanûna helbijartinan bê hemwarkirin.” Osman diyarkir ku tenê rêya çareserkirina pirsgirêkan parlementoya niha ye, ji bilê vî reva ji pirsgirêkan e. Ji aliyekî din ve hat zanîn ku pêşniyariya Malikî ji aliyê Goran û YNK’ê ve hatiye piştevanîkirin. Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî berî çend rojan pêşniyar kiribû ku ‘Ya diyalog yan jî helbijartinên pêşwext.”

 

Avestakurd