Serrûpel Nûçe “Divê tenê Ocalan xwediyê gotinê be”

“Divê tenê Ocalan xwediyê gotinê be”

Belav bike

  

Di hijmara îro de jî (2/7/2012) ya rojnameya Aydinlikê de, bal tê kişandin ser rewşa Ocalan û nêrînên “pisporên terorê” yên ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ve bo girava Îmraliyê hatin şandin. Li gor rojnameyê pispor dibêjin “Di pirsgirêka Kurdî de divê Ocalan bigihînin asta ku ew tenê xwediyê gotinê be, ji ber vê jî divê raya giştî bê amadekirin. Helwestên dijber jî dê demê de bêne helandin.” Her weha der barê derketina Serokê PKK’ê ji girava Îmraliyê û hevdîtinên Ocalan ligel MÎT û Emerîkiyan de jî MÎT’ê got “Ti ziyana xwe tune ye, ji bo berjewendiya dewletê başe.” Ji aliyekî din ve pisporên terorê didin diyarkirin ku çareserî “di zîndana malê de ye.”

 

Avestakurd