Serrûpel Nûçe Erdogan BDP’ê hişiyar kir

Erdogan BDP’ê hişiyar kir

Belav bike
 Erdogan rojnameya Wall Steert ya Emerîkî bi nemerdiyê tewanbarkir û diyarkir ku ev rojname nûnertiya aliyekî siyasî li Emerîka dike. Rojnameyê berî niha jî çend nûçe li ser Erdogan belavkiribû û bal kişandibû ser komkujiya Roboskiyê. Vê carê rojnameyê di nûçeyeke xwe de bal kişandibû ser balefira şer ya Tirkiyê ku ji aliyê Sûriyê ve hatibû xistin û gotibû “Sûriyê balefira Tirkiyê di qada hewayî ya xwe de xistiye.” Her weha Erdogan di axivitina xwe de bal kişande ser PKK’ê û PKK’ê weke ‘Zerdeştî’ bi nav kir. Ji aliyekî din ve Erdogan bê ku nav bide bi ser BDP’ê de çû û bangkir kesên di bin siha PKK’ê de siyasetê dikin û got “Mesafeyê bêxe navbera xwe û terorê.” Û got jî “Kesên di nava vê partiyê de xeletiyan dibînin û rûyê terorê yê bixwîn dibînin, bi dilwêrekî derdikevin û rastiyan dibêjin.” Erdogan diyarkir jî ku ew dixwazin pirsgirêkên li vî welatî yek bi yek çareser bikin.

 

Avestakurd