Serrûpel Nûçe Gelo kî rast dibêje?

Gelo kî rast dibêje?

Belav bike
 Ev bû 3’ê roj rojnameya Aydinlik ya Tirkiyê li ser rewşa Ocalan, hevdîtinên Ocalan û MÎT, Ocalan û Emerîkiyan û dîtinên MÎT û pisporên ‘terorê’ weke beş beş nûçeyeke berfireh belav dike. Lê, Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê van îdîayan red dike. Li gor daxuyaniyeke ji aliyê Serdozgeriya Komara Tirkiyê ya Bûrsayê dibêje ku “Ocalan qet ji girava Îmraliyê derneketiye û neçûye tu cihan. Nûçeyên tên belavkirin ji rastiyê dûrin.” Lê, MÎT dibêje ‘di bin navê dermankirinê de Ocalan ji Îmraliyê tê rakirin û bi deh rojan li mêhvanxaneya Bûrsayê ya MÎT’ê dimîne.’ Heta MÎT dibêje ‘Ocalan hevdîtin ligel Emerîkiyan kiriye.’ Pisporên ‘terorê’ yên ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê ve bo Îmraliyê hatîn şandin ve jî dibêjin ‘divê di pirsa Kurdî de tenê Ocalan xwediyê gotinê be.’ Gelo kî rast dibêje? Ya rast çi ye? Li Îmraliyê û Bûrsayê çi dibe? Ger rast be di van hevdîtinan de ser pirsa Kurdî çi tê gotin, çi gotûbêj li ser pêşeroja çarenûsa Kurdistana bakur tên kirin?

 

Avestakurd