Serrûpel Nûçe Kurdan daxwaza OTONOMÎ kir

Kurdan daxwaza OTONOMÎ kir

Belav bike
 Li ser daxwazeke fermî ji Komeleya Erebî 10 kesayetiyên Kurd ji ENKS’ê jî tevlî vê kongreyê bûn. Li gor endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKS Saîd El Dîn Mele ji Aknewsê re axivî, Kurdan di kongreyê de daxwaza Hikûmê Zatî kiriye. Mele weha got “ENKS daxwaz dike rewşa îdarî û biryara nenavendî û Hikûmê Zatî di desthilatdariyê de û bi taybet li Herêmên Kurdî bê tesbîtkirin.”  Her weha got “Ya baş ew e Sûriyê ne dewleteke navendî be, li ser bingeheke demokratîk bê avakirin û desthilatdarî di navbera aliyan de bê avakirin.” Mele diyarkir “Em daxwaz dikin zimanê Kurdî bibe zimanê duyê yê fermî li Sûriyê bi kêmanî li Herêmên Kurdî.” Her weha got “Em dixwazin perçek ji perçeyên din yên neteweya Kurd bin ku çawa Ereb perçek ji neteweya Ereb in li Sûriyê”

 

Avestakurd