Rojnamevan û nivîskar Orhan Mîroglu, di weşana zindî de, dema kuştina Apê Musa (Musa Anter) vedigot, histêrk barandin. Musa Anter û Orhan Mîroglu, di sala 1992 an de, li Amedê ji aliyê tetikêşên JÎTEMê ve bi xapandî dibine deverekê û li vira gula bera wan didin. Apê Musa li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Orhan Mîroglu jî giran birîndar dibe. Bi mehan tedawiyê dibîne û piştî demeke dirêj ancax tenduristiya xwe durist dike.
Orhan Mîroglu, dema di televizyonê de di weşana zindî de qala 20 salên berê dikir, hestên wî gihaştin asteke bilind û nikaribû xwe rabigre û bera girî da.