Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Kurdistanê li Duhokê ye

Serokwezîrê Kurdistanê li Duhokê ye

Belav bike
Di axaftinekê de Barzanî rola xwendekaran di pêşxistina welat de bilind nirxand.

Serokwezîrê Kurdistanê ji xwendevanan re got we xwendina xwe qedand û êdî wê civak û hikûmet sûdê ji zanist û  zanebûna we wergire.

Barzanî got, hikûmet jî çi erk û wezîfe were ser milê wê ji bo xwendekaran ewê pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li tu deran tu hikûmet tune ne ku bikaribin ji bo hemû xwendekaran derfetên kar peyda bikin, lê belê ewê ji aliyê xwe ve bi her awahî hewl bidin ku derfetên kar bibînin.

Di dawiya axaftina xwe de Barzanî got siyaseta wan ya neftê ji her alî ve eşkere ye û tu veşartinek têde tune ye.

Barzanî got ew weke serokê hikûmeta Kurdistanê dîsa dibêje ew siyaseta neftê li ser bingeha destûra Iraqê birêve dibin, ji %80 xelkê Iraqê dengê xwe daye wê destûrê.

AVESTAKURD