Hat zanîn, duhî (3/7/2012) li bajarê Silêmaniyê Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li bajarê Silêmaniyê li navenda giştî ya YNK’ê ligel berpirsên bilind yên YNK’ê civiyan. Li gor PUK Media, di civînê de ji berpirsên polîtburoyê ya YNK’ê Mela Bextiyar, endamê polîtburoyê Hakim Qadir, Rizgar Elî û Dr. Xesro Gul amadebûn. Hat zanîn ku mijara sereke ya civînê pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê ye.
Avestakurd