Serrûpel Nûçe Bûyera Efrînê ne Karê Kurdan e

Bûyera Efrînê ne Karê Kurdan e

Belav bike

Mislim di nirxandina xwe ya ji ANF’ê re kirî de, bal kişand ser bûyera li Efrînê qewimî û got ku hevalekî wan bi navê Çekdar hate revandin û di malekê de ser jêkirî hate dîtin û weha pêde çû “Hevalek me yê rêxistinkirina gel heye, navê wî Çekdar e, ew heval tê revandin. Hevalên wî lê digerin, li kolanan dişopînin. Çekdar dibin malekê û li wir ser jê dikin. Hevalên wî jî pê dihesin û li wir şer dikin. Piştî ku hevalên wî dikevin hindur dibînin di bin malê de stare çêkirine, amadekarî kirine. Ji wana 3 kes têne kuştin. Hevalê me Çekdar jî li wir ji xwe şehîd kirine.” Mislim diyarkir ku ev bûyer li ser bangewaziya Artêşa Azad ya Sûriyê pêk hatiye û bûyer ne karê Kurdan e. Mislim got “Vê bûyerê bi bangawaziya beriya çend rojan a Artêşa Azad a Sûriyeyê re heye. Ev karê wan e. Êrîşên wan wiha ne. Mirovek digirin û dibin ser jê dikin. Ev ne çanda Kurdan e. Kurd tiştên wiha naynin serê hev. Em hêvî dikin ku careke din hovitiyên wiha çênebin” û destnîşan kir ku Lê niha aramî heye, çend heval birîndar bûne, yek ji wana xedar e, yên din jî di nexweşxaneyan de ne têne dermankirin.” Her weha got ku ev tev listikên dewleta Tirkin û dixwazin Rojavayê Kurdistanê bikin gola xwînê.

 

Avestakurd