Serrûpel Nûçe Ji vî sûretî wêdatir “îronî” dibe!

Ji vî sûretî wêdatir “îronî” dibe!

Belav bike

Li Behra Reş, li bajarê Samsunê,  ji ber baraneke dijwar lehî rabû û di encama lehîyê de 10 kesa jiyana xwe ji dest dan. Ji herêma bobelatê gellek sûret hatin û di çapemeniyê de cih girtin, lê tenê sûretek hebû ku, mirova mat dihêle. Ti peyv qasî wê sûretê nikare îroniyê vebêje.
Zêdetir kesên ku jiyana xwe ji ber lehîyê wenda kiribûn, kesên di avahiyên ku ji aliyê dewletê ve (TOKÎ) 2 sala berê hatibûn çêkirin de, derketin. Çimkî avahî li dereke ne rast çêkirine. Avahîyên ku TOKÎyê çêkirine, li ser rêya avê, li newalê çêkirine û ev jî bû sedema mirinan.
Di sûreta îronîk de, tê xuya, her der xirab bûye lê tenê tabela li ser linga maye. Li ser tabelayê jî, bavê fikra projeyê û serokwezîrê ku wî pîroz dike cih digire.
Li ser tabelayê wiha dinivîse: Serkeftin, karê ekîpbûnê ye.