Serrûpel Nûçe Dewleta Kurdî dê bandorê li welatên din jî bike

Dewleta Kurdî dê bandorê li welatên din jî bike

Belav bike
  

Esed bersiva pirsên rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkî da û got ku ew weke berê li dijî PKK’ê nikare alîkariya dewleta Tirkî bike, ji ber ku serê wî bi xwe di belayê de ye. Esed got ku di nava Sûriyê bi xwe de bûyer û alozî heye, ew ê çawa alîkariya Tirkiyê bikin û weha got “Di nava me de ew çend bûyer dijîn, îcar em ê çawa kar û barê xwe bihêlin û ziyanê bidin Tirkan? Ev çiqas biber aqil e? Li Tirkiyê valahiyeke ewlehiyê heye. Ev jî ji encama polîtîka hundir û derve ya polîtîka AKP’ê ye. Hûn pirsên xwe bi derve girêdidin û kesên din tewanbar dikin. Ev got hêsan e. Ger ku pirsgirekekê bijîm dê bandorê li te jî bike. Em di nava evqas pirsgirêk û alozî de nikarin piştgiriyê bidin.” Esed der barê PKK’ê û dewleta Tirkiyê de got “Ez nabêjim ezê ligel we li dijî PKK’ê şer bikim, ji ber ku divê pêşî ez xwe rizgar bikim.” Esed her der barê vê mijarê de weha berdewamkir “Ev 30 sal in Tirkiyê bi PKK’ê re şer dike. Dema navbera me û Tirkiyê gelek baş bû, hevkariya me û artêşa Tirkiyê hebû. Wê demê jî PKK’ê çalakî dikirin. Lê niha ji ber ku serê me di belayê de ye, dê xebatên li dijî Tirkiyê zêde bibin.” Her weha Esed behsa avakirina dewleta Kurdî jî kir ku çawa dê bandora xwe li gelek welatan bike û   weha pêdeçû “Ez nebwarim li welatekî veqetîn çêbibe. Ger tiştekî weha derkeve holê jî, wê demê ne dewletek dê çend dewlet çêbibin. Ger hat û tiştek wisa çêbû dê her kom û bawerî wê dixwazê bike. Ez nebawerim tiştek weha di berjewendiya gelên me de be. Li vir, hezarê salane bi hev re dijîn” Esed sedema vê yekê jî welatên ‘mîtinger’ nîşankir ku ew dikevin navbera wan û got ku ger ew wekheviyê bingeh bigirin, em neçarin bi hev re bijîn.

 

Avestakurd