Serrûpel Nûçe Karayilan, hevdîtina Zana û Erdogan nirxand

Karayilan, hevdîtina Zana û Erdogan nirxand

Belav bike

Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan, di derbarê hevdîtina Parlementera Amedê a Serbixwe  Leyla Zana û Serokwezîrê Tirkiyê Recep tayyip Erdogan de axifî. Karayilan diyar kir ku, “tenê bi kesekî ku destê xwe têxîne bin kêvir, pirsgirêka Kurd çareser nabe, Ger yek bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, em li hemberî vê jî dernakevin.”
Murat Karayilan, bi Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) re hevpeyvîn çêkir. Di hevpeyvînê de qala hevdîtina Zana û Erdogan jî kir û got, “Ger kesek derkeve holê û bibêje, “ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim” em dijî vê dernakevin. Ger bi rastî çareseriyeke ku mafên gelê Kurd ên bingehîn temîn bike, çareseriyeke aştîyane çêbibe, kes hemberî vê dernakeve. Çimkî em tevger û gel, çareseriyê dixwazin. Lê em zanin ku, bi siyasetmedarekî ev pirsgirêka çareser nabe. Tenê bi hinek hevdîtinan jî pirsgirêk çareser nabe. Çimkî ev pirsgirêka, pirsgirêkeke bingeh û esasî ye. Ger bi pêvajoyeke
ku bi ber ve nermbûnê bibe, bi ber ve çareseriyê bibe re xizmet bike baş e, lê di vê pêvajoyê de tiştekî bi vî rengî xuya nake. Çimkî AKPê biryara xwe daye, dixwaze bi şîdetê pirsgirêkê çareser bike. Dixwaze Kurdan tasfiye bike û encamê bigire. Bi vî awayî, dixwaze Kurdan teslîm bigire û bike parçekî Tirkan. Teva ev biryara AKPê, ji hevdîtina bi Serokwezîr re hêvî xurt kirin, ne sekneke siyasî a bi îsabet e. Eşkereye ku, AKP û Serokwezîr, ne di qonaxeke ku, gelê Kurd wek gelekî an miletekî qebûl bikin û gorî vê li çareseriyê bigerin, dane. Çaresriya ku wana dibêjin, tevlîbûna Kurdan a bi wan re ye.”