Serrûpel Nûçe Hevdîtina Barzanî û Serokê PYD’ê bidawî bû

Hevdîtina Barzanî û Serokê PYD’ê bidawî bû

Belav bike

 Îro li navçeya Selahedîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê PYD’ê Salih Mislim û heyeta Rojavayê Kurdistanê kir. Di hevdîtinê de Serokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û Evdilselam Ehmed amade bûn. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî li demjmêr 10’ê sibê destpêkir û li demjmêr 14.00 bidawî bû. Hat zanîn di hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê, helwesta Kurdan li dijî Kongreya Qahîreyê, der barê bûyerên li Rojava dibin û çawaniya avakirina yek helwestiya Kurdan di vê qonaxê de bêavakirin hate gotûbêjkirin. Li gor agahiyên hatîn bidest xistin, dê sibe Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û Heyeta Rojava daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Her weha hat zanîn, ku dê careke din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û heyeta Rojava piştî daxuyaniyê bicivin.

 

Avestakurd