Yek ji fermandarên Artêşa Îsraîl Hertzi Halevy ji çapemeniyê re axivî û got “Artêşa me xwe ji şerekî mezin yê Libnanê re amade dike. Dê ev şer pirtir; tund, tûj û profesyonel be.” Fermandarê Îsraîlî diyarkir ku ev yek ji bandora bûyerên li Sûrî diqewimin tê û dê ev şer ji şerên derbazbûyî cuda be û weha pêdeçû “Ev şerê bê dê cuda be. Lewma divê kar di demeke kin de bidawî bibe.” Fermandar aşkere got ku ew ê li dijî Hizbûlah ya Libnanê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin û diyarkir ku “Dê ji şerê Xezayê kembaxtir be. Şensê şer yê neyar li deverên zêde heyîn tune ye.” Fermandarê Îsraîlî bal kişand ser artêşa Libnanê jî û got ku “Dibe ku artêşa Libnanê jî tevlî vî şerî bibe.”
Avestakurd