Xwendevanên delal,
Hefta çûyî ez li Kurdistana Başûr bûm. Em wek heyeta HAK-PAR çûn û hatin.
Di 25’ê Heziranê da tevî Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Cîgirê wî Celal Yildiz, em ji Enqerê bi balafirê çûn Hewlêrê. Cara pêşîn bû ku raste rast û bi balafirê diçûm Kurdistana Başûr. Çuna min a Kurdistana Başûr ya dawi, 8 sal berê, di destpêka sala 2004 da bû. Hingê çûn û vegera me ji ser Urdunê bû û çîroka vê rêvingitîyê di kitêba min a “Gav bi Gav Kurdistana Azad” da heye. Ev ne rêvingitîyeke hêsan bû, bi zor û zehmet û xeter bû. Lê dîsa jî ji çûn û hatinên me yên berê baştir bû. Ji ber ku ez berî wê jî ji riya Îran û Sûrî çend caran çûbûm Kurdistanê û ew rêvingitî gelek bi zor zehmettir û xetertir bûn. Welatê me mixabin ji bo me “li nav heft çiyan” û di destê dêvan da bû. Nuha beşeke wê rizgar bûye, gor berê gelek aram e, lê beşên mayî dîsa bi şer û pevçûnan dikelin, bi xeter û dafik tijî ne.
Di nav 8 salan da Kurdistana Başûr gelek guhariye, pêşva çûye. Li Hewlêr û Silêmaniyê balafirgehên baş çêbûne û çûn û hatin heye bi çarkoşeyê dinyayê. Wekî din jî bajar gelek mezin bûne, gelek binayên mezin (otêl, mixaze, bîneyên dewletê û hwd) û taxên teze ava bûne, rêyên fireh û baş çêbûne. Ev avakirin her berdewam e, her der wek şantiye ye. Elatrik nuha têra xwe heye, ji ber ku bendên teze û santralên ku bi niftê kar dikin çêbûne.
Di warê perwerde da guhartin gor 8 sal berê gelek mezin e. Wê demê tenê 500 dibistan hebûye, nuha bûye 13 000 heb. Wê demê 4 zanîngeh hebûn, nuha buye 14 heb. Perwerde bûn di dibistanan da bi zmanê Kurdî ye. Piştra dibe Kurdî û İngilizî, heya derecekî jî Erebî. Dora 5 000 ciwan bi alîkariya Hukumeta Herêmê di zanîngehên der welat da, li Ewrûpa, Emerîka û welatên dinê xwendina bilind û doktora dıkın.
Di balafirxana Hewlêrê da berpirsên Partî Demokratî Kurdistan xêrhatina me kirin û em di Otêl Hanzad da wek mêvanê wan man. Di havîna ortê da Başûr gelek germ bû, derece ji 40’î bilindtir bû, lê em jê aciz nebûn; ji ber ku otêl, erebe û mal hemû bi klîma bûn. Lê dema em li wir bûn, toza Erebîstanê di ser gund û bajarên Kurdistanê da girt, wekî du-sê rojan çav çavan ne didît… Ev tişt berê jî çêdibû, lê gelek kêm bû (salê carekê yan du-sê caran); dibêjin nuha gelek zêde bûye û carina ber bi Bakur, heya Diyarbekrê jî tê.
Em şev gihabûn Hewlêrê. Roja dinê me Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesûd Barzanî li Serê Reş zîyaret kir. Rojên piştî wê jî me serlêdana polîtburaya PDK û parlamena Kurdistanê kir. Li Parlamanê plaketek diyariyê min kirin ji bo kar û xebata min a sîyasî û çandî ya salan ji bo azadîya gelê Kurd. Ew ji bo min diyariyeke gelek giranbuha ye.
Piştra em çûn Silêmanîyê û polîtburoya Yekitî Niştimanî Kurdistan ziyaret kir. Piştî vegerê jî me Komita ENKS (ya Kurdên Surî) li Hewlêrê û Serokatiya Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran li bajarê Koyê ziyaret kir. Ew hevdîtinên me wek heyet di çapemeniyê da bi firehî cî girt, bona vê yekê ne hewce ye ku ez behsa wan bikim.
Gor bernamê meyê Serokê Komara Iraqê birêz Celal Talabanî jî wê bidîta. Dema em çûn ew ji ber hin problemên tenduristî li Elmanya bû û gotin dawiya heftê wê vegere. Lê mixabin hatina Mam Celal tehîr bû û bona vê yekê me hevdu nedît.
Lê her usa jî em çûn hin cîyên dinê û me dost û hevalên dinê jî dîtin.
30’yê Heziranê da em ji silêmaniyê çûn Çemçemal, bajarê nêzikî Kerkûkê. Li wir me monyûmentê (abîde) Enfalê zîyaret kir. Di riya vegerê da jî me abîdeyê Şêx Mehmûd Barzencî zîyaret kir ku Şêx Mehmûd li wir şer kiribû û bi birîndarî ketibû destê dijmin.
Di vegera Silêmanîyê da em çûn dîtina hevalên Pêşverû (PPDKS). Sekriterê Partiyê Kek Hemîd Dewrêş ji ber civîneke mixalefata Sûrî çûbû Qahire. Me mesûlê buroya wan Ali Şemdîn û hevalên wî dit, her usa jî çûn mala Kek Hemit û Xuşka Leyla û zarokên wê dît.
Eynî rojê em vegerîn Hewlêrê. Me roja dinê (2’yê Tîrmehê) Sinemxan Bedirxan (keça Mîr Celadet) û sekriterê berê yê Hîzba Şûyî, dostê hêja Ezîz Mihemmed ziyaret kir. Kek Ezîz emrê xwe gihaye 87 salî, lê hîn jî wek xortekî li ser xwe ye, hişyar û xweşsohbet e.
Li Hewlêre, her usa jî me du xortên hêja, Ararat û Serdar (Revebirê malpera Dengê Azad) û hin nas û dostên dinê jî dîtin û wan di hatin çûnê da alîkariya me kirin.
Em di 3’yê Tîrmehê da bi riya bejîyê vegerîn, ji derîyê İbrahîm Xelîl derbazî Bakur bûn û hatin Diyarbekrê. Li wir me çend saet li navenda HAK-PARê bi hevalan ra li ser gera xwe û bûyerên dawî sohbet kir û eynî rojê êvari ez û Celal Yildiz bi balafirê derbsazî Enqere bûn. Roja dinê jî hatim Îstembolê.
Gera me bi tevayî 10 roj ajot. Belê em westiyan. Lê dema mirov karekî baş dike ew hêjayî westanê ye û westana kar û xebatê zû derbaz dibe.
6 Tîrmeh 2012
(dengê Kurdistan)