Şeva çûnê li ser ekranê CNNTurkê, di bernameya Şîrîn Payzinê de, zindî niqaşa Kurdistana Mezin hate kirin. Rojnamevan Şukran Soner qala xeyala Amerîkayê a Kurdistana Mezin kir û siyaseta AKPê rexne kir. Li ser vê, Parlementerê Amedê yê AKPê Galip Ensarioglu bertek nîşana Soner da û wiha axifî, “Hûn derbasa mijarên cuda dibin û ez di ew qinyatê de me ku hûn ev mijarana nizanin. We hinekî berê qala xeyala Amerîkayê a Kurdistana Mezin kir. Ti cara xeyal û xebata Amerîka a ji bo Kurdistana Mezin tinebû. Amerîka li Iraqê berde Kurdistana Mezin, Kurdistana biçûk jî nedixwast. Hûn zêde li ser teoriyên komployê mijaran dinirxînin.”