Serrûpel Nûçe Kurdistan 56 wêstgehên elektrîkê ava dike

Kurdistan 56 wêstgehên elektrîkê ava dike

Belav bike

 Yek ji van projeyan elektrîk a Kurdistanê ye. Hat zanîn ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha 56 wêstgehên elektrîkê û 37 wêstgehên mobayîl li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê avadike. Li gor Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê diyarkirî, niha ev projeya han tê avakirin. Li gor Yasîn Ebûbekir ji Aknewsê re ragihandî “Niha 56 wêstgehên elektrîkê û 37 wêstgehên din yên mobayil li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Elektrîkê li her 3’ê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tên avakirin.” Ebûbekir got jî ku “Budceya avakirina wan wêstgehan nêzîkî milyarek dolarê Emerîkî ye.” Her weha got “Niha li Herêma Kurdistanê 102 wêstgehên berhemînana elektrîkê û 29 wêstgehên mobayil hene.”

 

Avestakurd