bi şêweyekî fermî Encumena Ewlekariya Netewî hate avakirin.
Ev cara yekemîne ku li Kurdistanê Encumena Ewlekariya Netewî tê avakirin.
Mesûd Barzanî di axaftina vekirinê de avakirina Encumenê weke gaveke pîroz nirxand û got ewê bikeve xizmeta Kurdistanê û parastina nirxên netewî û hebûna gelê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê avakirina Encumena Ewlekariya Netewî bilind nirxand û got Konseya Ewlekariya Netewî wê bikaribe asayîşa herêma Kuridstanê biparêze û ewlekariya hemwelatiyan cî bi cî bike.
Weke tê zanîn Encumena Ewlekariya Kurdistanê ji Dezgeha Asayîş, Istîxbarata Eskerî, Ajansa Parastina Kurdistanê pêk tê.
Mesrûr Barzanî weke serokê Encumenê , bi dereceya Wezîr hate destnîşankirin û Dr. Xusro Gul jî bû cîgirê wî.
Avestakurd