Saziya Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê ragihand ku wan plana firotina 40 balefirên Yak-130 bo Sûriyê rawestand. Saziyê sedema rawestandina balefirin, berdewamkirina tundiya di nava dewletê de nîşan da. Viyaçeslav Zirkaln di Fûara Pîşesaziya Parastina Farnborough ya Îngilîstanê de diyarkir ku “Ji ber van bûyerên dawî sewqiyeta balefiran bo Sûriyê êdî îhtimalek biçûke.” Hêjayî gotinê ye, ev demeke dewletên navneteweyî zextê li ser Rûsyayê û Çînê dikin ku xwe ji pişta rejîma Esed bidin alî û wan bi piştgiriya Esed tewanbar dikin.
Avestakurd